Kazimî bang li partiyên siyasî kir ku tevlî ‘civîna netewî’ bibin
PeyamaKurd – Demekî dirêje ku li Iraqê li ser desthilatê, avakirina hukumetê û hilbijartina serokkomar lihev nakin. Tenê serokê meclisê hatiye hilbijartin û temamê pirsgirêkên din dewam dikin. Li ser mijarê serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bangî partiyên siyasî kir ku ‘civînekî netewî’ lidar dixe û xwest ku her partî tevlî civînê bibe. Di bangê de Mustafa Kazimî weha got:
“Li ser bingeha qaîda yekîtiya Iraqê, ewlehiya wê û parastina îstîqrarê, di çarçoveya berpirsiyariya tiştên hevpar yên ku Iraqê dike yek, ez bangî temamê lîderên hêzên siyasî dikim ku diyalogekî ciddî û ramanên hevpar bidin destpêkirin, ez sibê wan dawetî ‘civîna netewî’ ya li qesra hukumetê dikim.”
Hukumetên Iraqê yên heya niha bûne desthilat, pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê çareser nekirine û bi eksa wê tevlihev kirine da mijar çareser nebin ku di serî de xala 140 ê ya destûra Iraqê heye û her weha mijara aborî, xaz û petrolê ya Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din hene. Li aliyê dinê terefdarên Îranê û partiyên serxwebûnxwazên Iraqê lihev nakin û her terefekî dixwaze bibe desthilat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin