Kenanî: Îran û Amerîka peyaman ji hev re disînin, derfeta zindîkirina rêkeftinê heye!

03 October 2022 21:24 0 dîtin
Kenanî: Îran û Amerîka peyaman ji hev re disînin, derfeta zindîkirina rêkeftinê heye!

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, derbarê danûstandinên Vîyena yên vegera li Peymana Nukleerî de ragihand ku heger rêveberiya Amerîkayê xwedî îradeya çareseriya kêşeyan be, hê jî derfet heye peyman were zindîkirin.

Nasir Kenanî di civîneke rojnamevanî de got ku bi navbeynkariya Ewropayê, Îran û Amerîka danûstandina peyaman dikin û diyar kir, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, ji bo danûstandina peyamên navbera herdu aliyan, derfeteke guncaw e.

Kenanî da zanîn ku Îran rijd e li ser pêkanîna çareseriya aştiyane ya ji bo bernameya atomî û gihîştina rêkeftineke mafê gelê Îranê misoger bike.

Herwiha Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê destnîşan kir, Tehran berdewam dibe di hewldanên xwe yên ji bo gihîştina rêkeftinê de û hê jî derfet heye ji bo ku ew rêkeftin were zindîkirin û heger rêveberiya Amerîka xwedî îradeya siyasî be, dikarin herdu alî peymanê îmze bikin.