Kerkûk | Bi fermana Serokwezîr milyarek û 600 milyon Dînar ji bo pêwîstiyên perwerdeya Kurdî hat dabînkirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Kerkûkê, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo sala xwendinê ya 2022 – 2023an, milyarek û 600 milyon Dînar ji bo pêwîstiyên perwerdeya Kurdî hat dabînkirin.
Li gor do Pêncşemê 1ê Kanûna 2022yan Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi qasî milyarek û 600 milyon Dînar, pêwîstiyên dibistan û xwendinê li bajarê Kerkûkê hat dabînkirin.
Berdevkê Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê Saman Siweylî ji malpera Fermangeha Medya û Zanyarî re da zanîn, ji wê 20 milyar Dînara ku Serokwezîr ji bo kirîna pêwîstiyên navendên xwendinê yên li seranserê Herêma Kurdistanê terxan kiribû, ji bo xwendina Kurdî ya li parêzgeha Kerkûkê milyarek û 600 milyon Dînar hat dabînkirin.
Herwiha Berdevkê Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir, ji bo sala perwerdehiyê ya îsal, çendîn kelûpel û pêwîstiyên xwendekaran ji bo xwendina Kurdî ya li parêzgeha Kerkûkê hatine şandin, herwiha destnîşan kiriye ku salane hemû bernameyên xwendinê ji aliyê depoyên pirtûkan ên Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê ve ji bo depoyên pirtûkan ên li Kerkûkê têne şandin û pişt re bi ser navendên perwerdehiyê de têne dabeşkirin.
Di berdewamiyê de diyar kir, dabînkirina pêwîstî û lêçûnên çalakiyên werzişî û hunerî yên salane û rahênanên perwerdiya Kurdî li Kerkûkê, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve xerciyên wan têne dabînkirin.
Saman Siweylî got, heta niha 900 mamosteyên perwerdeya Kurdî li parêzgeha Kerkûkê hatine damezrandin, ku mûçeyên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têne dabînkirin.
Li ser karên nûjenkirina avahiyên dibistanan ên perwerdeya Kurdî ya li parêzgeha Kerkûkê, Saman Siweylî da zanîn, rast e avahiyên dibistanan ser bi Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê ne, lê belê Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê karên nûjenkirina wan encam dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin