Kerkûk û Efrîn di peyama Serok a Newrozê de

20 March 2018 19:44 0 dîtin
Kerkûk û Efrîn di peyama Serok a Newrozê de


 PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî wiha ragihand: “Bi helkefta serê sala nû ya Kurdî û cejna Newrozê pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim û hêviya şadî û xweşî û bexteweriyê ji bo hemû aliyek dixwazim.”


Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta sala nû ya Kurdî û cejna Newrozê peyamek weşand û wiha îfade kir: “Bi helkefta serê sala nû ya Kurdî û cejna Newrozê pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim û hêviya şadî û xweşî û bexteweriyê ji bo hemû aliyek dixwazim.”

Serok Barzanî Newrozê weke sembola rizgariyê û rabûna piştî ketinê û nûkirina biryarê ji bo berdewamîdana bi xebatê di nava kurdan de bi nav dike û dide xuyakirin: “Newroz herdem ji bo gelê Kurdistanê wateya azadîxwazî û destpêkeka nûbûnê dide. Xebata gelê Kurdistanê bi navê azadiyê da babetekî nû nîne, ji berê ve heye û niha jî her berdewame. Li xebata xwe da gelê Kurdistanê tu demekî bijardeya şer hilnebijartiye belku tenê bergiriyê li xwe kiriye û bergirîkirin jî mafekî rewaye. Hemû deman û li gişt qonaxan da jî Kurdistanê xwestiye bi aştî û dûrî tundutîjiyê kêşeyên xwe çareser bike û li hemû derfetek da destê aştiyê dirêj kiriye.”

Sorok Barzanî wiha domand: “Di derbarê referandûmê ve jî, berî referandûm û piştî referandûmê çendîn car me ewe dûpat kiriye ku armanc, aştî û nehiştina reg û rîşeya giriftane û dixwazim bi aştî hemû tiştek bê çareser kirin. Eve mafeke rewaye û herdem hebûna xwe heye û kes nikarê ji gelê Kurdistanê bistîne û divê axaftin li ser ewe bê ku çawa bê bicîhkirin. Mixabin li hûndir û navxwe da jî hinek aliyên ku gelek xemxurê referandûmê bûn û sûrbûn li ser encamdana wê, paşê xwe ji berpirsiyariyê û encamên wê bêpar kir, eve li rewşek daye ku dengê gelê Kurdistanê tawana xwe û şaşiya xwe jî nebû, belku derencama zulm û nemana hevbeşî û şeraketê bû. Bi piştrastiyê ve eger rêz li şeraket û destûrê hatiba girtin niha kêşe kêmtir dibûn û rewşa Iraqê baştir dibû.
Aliyên Iraqiyan li beranber wê mafê rewaya gelê Kurdistanê da, di destpêkê de gelek vekirî bûn û têgihîştina wan ji bo armanca niyazpakane û aştiyaneya gelê Kurdistanê hebû, lê belê mixabin beşek ji wan, dijayetîkirina mafên rewayên Kurdistanê ji bo merama siyasî bikaranî û bi ablûqe û guşar û bi hêz û zebir û zeng ve bersîva dengê aştiyaneya gelê me dan. Vê carê jî derket ku şer çareseriya kêşeyan nîne û hêvîdarîn penda vê carê jî li gel ezmûn û pendên berê, wiha li hemû aliyek bike ku bi diyalog û aştî û hevdû têgihîştinê hemû giriftan û kêşeya gelê Kurd li navçeyê de çareser bikin.

Derbarê Rewşa Kerkûkê de

Serok Barzanî bal kişand ser Kerkûkê û wiha got: “Ev rewşa li Kerkûk û navçeyên din li encama xiyanet û sepandina bi zorê hatiye holê bi tu awayekî nabê bibê emrî waqî û pêwîste li çarçêweya destûr û maddeya 140 rewşa wan navçeyan bê asayî kirin û çareser kirin û her wiha divê îcraatên pêwîst li beranber wê destdirêjî û qetli'am û koçberkirinê bê kirin ku li meha cotmehê de li wan navçeyan û bi taybet li Xurmatu hatiye encam dan. Niha ew vekirina li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexda bi babetekî erênî dizanîn û pêşwaziyê lê dikîn û hêvîdarîn diyalog û hevdû têgihîştin berdewam bê ji bo çareserkirina kêşeyan.
Em bi başî li gûmanên dewletên cîran jî têdigihîn û mafê wane bîr li berjewendiyên xwe bikin, lê belê piştî sed sal karesat û qurbanîdanê divê ew maf jî bi xelkê Kurdistanê rewa bibînin ku raya xwe derbibre û divê eve jî ji bo wan rûn bûbê ku şer û tundutîjî tu demekî bijardeya gelê Kurdistanê nebûye ku ji bo hîç aliyek sûda xwe nebûye û nabê jî.
Li van çend salên derbasbûyî de li nav Herêma Kurdistanê hinek kes ji bo têkdana rewşê hemû rêyek ceribandin û hemû dergehek dan û bi awayên cûr bi cûr astengî dirust dikirin, lê belê tiştek bi dest neanîn û bi piştrastiyê ve eger her li ser wê rêya bê sûd berdewam bin li paşarojê de jî tiştek bi dest naynin. Hêvîdarim jî hemû aliyek li navxweya Kurdistanê da li wê yekê têgihîştibê ku çareseriya serekî ji bo mîsogerkirina mafên gelê me yekrêzî û civîna li bin sêwana berjewendiyên hevbeş û bilindên gelê mene, çareser eweye hemû aliyek li navxweya Kurdistanê da ji bo daxwaza gel vegerîn ku yekgirtin û birayetî û têkoşîna hevbeşe.

Rêz li mafê gelê Kurd li Sûriye bigrin

Serok Barzanî destnişan kir ku: “Cihê xem û daxekî pire ku Efrîn tûşî şer û rûdanên nexweş bû û jiyan û bexteweriya xelkê kete ber metirsiyê. Ew dîmenên li Efrîn têne dîtin dil êşin, şer li navbera hêzên çekdaran tişteke û sivikayetîkirina bi jin û zarok û hêmayên neteweyiyên mîlletekî û kuştin û birîna hemwelatiyên bê tawan tiştekî dine ku nemirovaneye û pêwîste rê li wan reftarên nemirovane bê girtin. Hêvîdarim dawî bi kuştin û koçberkirina xelkê bê û çareseriya serekî jî eweye ku kêşe bi aştî û rêkarên siyasiyane bêne çareser kirin. Hêvî dikim aliyên siyasiyên Kurdên Sûriye bi yekrêzî û rêkarên aştiyane û Kurdane bikarin mafên xwe yên siyasî mîsoger bikin û hemû aliyek rêz li mafê gelê Kurd li Sûriye bigrin.
Li dawiyê da li vê helkefta niştîmanî û neteweyiyê da hêvî dikim rûpelekî nû ya yekrêzî û tebayî ya aliyên siyasiyên Kurdistanê bê holê û hêviya xweşiyê ji bo yek bi yekê hemwelatiyên Kurdistanê dixwazim û silavên taybet ji bo malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman re dişînim û newroza we hemûyan pîroz bê."