Kestiya Îngîlîzan di Derya Sor de noqav bû

02 March 2024 17:09 0 dîtin
Kestiya Îngîlîzan di Derya Sor de noqav bû
PeyamaKurd – Hukumeta Yemenê ragihand ku keştiya Îngîltere ya bi navê ‘Rubymar’ê ji ber rewşa hewayê û bayê xwurt, di Derya Sor de noqav bûye. Ji ber kes guh neda banga rizgarkirina keştiyê û keştiyê bi tena serê wê hiştin, em li benda vê encamê bûn.

Hukumeta Yemenê ji bo keştiya Brîtanyayê ya bi navê  ‘Rubymar’ê ku weka masa krîzê ava kiribûn, li ser rewşa dawiyê ya keştiyê daxwuyaniya nişvîskî da û weha got:

“Em radigihînin ku keştiya Rubymarê ji ber di deryayê de rewşa hewayî û bayê zêde dihat noqav bûye. Bi noqavbûna keştiyê em xemgînin. 12 roje ku keştiyê bi qedera wê re rû bi rû hiştine, tevî banga me jî heya niha ti bersiv nedan û em bende bûn tişteka weha bibe.”

CENTCOMê di 18ê Sibatê de ragihandibû ku keştiya 41 hezar ton gübre tê de hebû, keştiya bi navê Rubymar a ku aîdê qraliyeta yekgirtî bû, lê xistine û av dikeve nav.