Kestiya Rûsî li Tartûsa Sûriyê dronek xiste xwar
PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku keştiya şer a Rûsyayê li bajarê Tartûsê yê perava Sûriyeyê dronek xiste xwarê.
SOHRê diyar kir ku xistina dronê bûye sedema tirsê di nav niştecihên Tartûsê de ku nehatiye zanîn bê drona kîjan alî bû.
Hate ragihandin ku ew drone li devera "Kluba efserên nû" hatiye xistin ku xwendekar û mamoste ji tirsa dengê teqînê derketine qadên dibistanan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin