Kirby: Em li dijî biryara Netanyahu ne!

01 May 2024 10:36 0 dîtin
Kirby: Em li dijî biryara Netanyahu ne!

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby bertek nîşanî gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu da ku ragihandibû, ew ê li dijî Refehê dest bi operasyona bejayî bikin bê ku bi Hamasê re li ser agirbesta li Xezzeyê lihevkirin çêbibe.

Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya ku bi telekonferansê li dar xist de rewşa dawî ya li Xezze û herêmê nirxand.

Kirby bertek nîşanî gotinên Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu da ku ragihandibû, ew ê li dijî Refahê dest bi operasyona bejayî bikin bê ku li ser agirbesta li Xezzeyê bi Hamasê re lihevkirin çêbibe.

Derbarê gotinên Netanyahu de jî Kirby ev tişt got:

"Em naxwazin li Refahê operasyoneke bejayî ya berfireh were dîtin. Em naxwazin operasyoneke ku ewlehiya milyonek û nîv însanên ku xwe spartine wê derê bibînin."

Kirby herwiha destnîşan kir ku heta niha Îsraîlê planeke leşkerî derbarê Refahê de nedaye wan û diyar kir ku DYA bêyî plansaziyeke wisa pêbawer li dijî êrîşên bejayî yên li ser Refahê ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ragihandibû ku, bêyî ku bi Hamasê re peymana pevguhertina rehîneyan were kirin yan na, ew ê êrîşeke bejahî bikin ser bajarê Refahê yê li başûrê Şerîda Xezzeyê.