Kirmansan | Rejîma Îranê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

27 February 2025 14:53 0 dîtin
Kirmansan | Rejîma Îranê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku duh şeveqê, 26ê Şibata 2025an, girtiyê Kurd ê Yaresanî Bêhrûz Seferî (34) ku ji gundê “Qele Zencîr”ê bi ser bajarê Dalahoya Kirmaşanê ye, li girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye bidarvekirin.

Li gorî çavkaniyên Hengawê; Behrûz Seferî 4 sal berî niha ve bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû girtin û di encamê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibû kirin.

Hengawê her weha diyar kir ku li gorî raporên ku li ber dest, 6 girtiyên din jî dema bidarvekirina vî girtiyê Kurd hatine bidarvekirin û ew berdewam in da ku lêkolînên xwe yên li ser nasnameyên wan jî temam bikin. 

Her weha hat tekezkirin ku nûçeya darvekirina Behrûz Seferî ji aliyê medyaya rejîmê Îranê ve nehatiye belavkirin.