Koalîsyona Navneteweyî alavên leskerî û lojîstîk sand Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Li gorî Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirov (SOHR), karwaneke leşkerî ya ji 20 kamyonan pêk tê û otombîlên serbazî hilgirtibûn, di deriyê sînorî yê El-Welîd ê bi Herêma Kurdistanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Hat ragihandin ku karwan ber bi baregeha Qesrikê ya li bakurê Hesekê ve bi rê ket.
Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafê Mirov (SOHR) ragihand ku ev karwanê duyem e ku di 24 saetên dawî de gihiştiye herêmê.
Her weha SOHRê ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navnetewî rahênanên serbazî bi çekên giran û guleyên rasteqîn li baregeha zeviya petrolê ya El-Omerê ya li rojhilatê Dêrezorê li dar xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin