Koma Serhildan a Hekker: Me bi sedan belgenameyên Îranê bi dest xistin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji 600î bêtir surverên Perlemana rejîma Îranê hatine hekkirin û bi sedan belgenameyên nepen ên parlamanê ji aliyê hekkeran ve hatine bidestxistin. Hate gotin ku hekkeran dest bi belavkirina van belgenameyan kirine.
Koma Hakkeran a bi navê 'Heta Têkbirinê Serhildan' ragehand ku malper û surverên ajansa Xaneya Miletê ya girêdayî Perlemana Îranê ye hak kirine û ji 600î bêtir surverên perlemanê bi dest xistine.
Di ragihandina koma hekkerê de hatiye destnîşankirin ku surverên serekî yên komisyon, navhol, banke, nûsîngeha serokatiyê, cîgirên serokê parlamenê û bi dehan surverên din ên parlamenê hatine hek kirin û bi sedan belgenameyên nepen hatine bidestxistin. Komê diyar kir ku wan dest bi belavkirina van belgenameyên nepen kirine.
Hate ragihandin ku Koma Hekker a Heta Têkbirinê Serhildan, di destpêkê de lîsta mûçeyên endamên parlemana rejîma Îranê belav kirine.
Ji aliyê din ve Parlemana Îranê jî hekkirina surverên xwe û belavkirina belgenameyan piştrast kir, lê belê angaşt ku beşek ji wan belgenameyên hatine belavkirin sexte ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin