Komek nijadprestên Tirk êrîsî xwendekarên li muzîka Kurdî guhdarî dikirin kirin
PeyamaKurd – Komek nijadprestên Tirk ên xwe weke "Karamanoglu Mehmetbey Ulkuculeri" didin nasîn, li bajarê Karamanê yê Tirkiyê êrîşî xwendekarên li muzîka Kurdî guhdarî dikirin û govend digerandin kirin
Li gor zanyariyan, di 31ê Adarê de xwendekarên Kurd li Zanîngeha Karamanoglû Mehmetbey li beşa xanexew a Saziya Krediyê û Xanexewan li muzîka Kurdî guhdarî kirin û govend gerandin.
Dotira rojê hin xwendekarên ku govend gerandine ji aliyê nijadperestan ve hatin xistin depoyekê û li wan xistin.
Herwiha telefonên xwendekarên ku li wan hatiye xistin jî ji aliyê nijadperestan ve ji wan hatiye stendin û ji hesabên medyaya civakî yên xwendekaran jî peyam hatine parvekirin.
Nijadperestan li ser hesabên medyaya civakî yên xwendekaran peyama, “Em ji gelê Tirk ê pîroz û xwediyên rasteqîn ên Zanîngeha Karamanoglu Mehmetbey, Ulkucuyê Zanîngeha Karamanoglû Mehmetbey ji ber govenda govenda Kurdî a bêexlaq ku me duh êvarî gerand, lêborînê dixwazin” parve kirin
Hat zanîn ku yek ji xwendekarên ku lê hatibû xistin ji ber ku ji aliyê psîkolojîk ve xisar dîtibû û ji travmaya ku tê re derbas bû, ji Karaman derket û vegeriya bajarê xwe.
Piştî bûyerê Parêzgarê Karamanê Mehmet Alpaslan Işik, dema ku haya wî ji êrîşê çêbûye bi saziyên pêwendîdar û nûnerên wan re hevdîtin pêk aniye û diyar kiriye ku "Bûyer nayê qebûlkirin."
Herwiha rektorê zanîngehê Prof. Dr. Namık Ak di 6ê Nîsanê de jî serdana koma nijadperestan kiriye.
Nijadperestên Karamanê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kirin û bal kişandin ser serdana Rektor Ak. Lê belê di peyamê de hatiye diyarkirin, serdan weke hişyariyê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin