Komeke ciwanên ji Herêma Kurdistanê xelata bastirîn dîplomat sitend

07 March 2022 14:29 0 dîtin
Komeke ciwanên ji Herêma Kurdistanê xelata bastirîn dîplomat sitend

PeyamaKurd Komeke ciwanên ji Herêma Kurdistanê, îsal di konferanseke navdewletî de, xelata baştirîn dîplomat a konferansê sitend.

Li Stenbolê di konferansa Dîplomatên Ciwan a Modelên Neteweyên Yekgirtî de, ku bi mebesta guftûgokirina babetên cuda yên global ji hêla dezgeha Globalization a Amerîkayî ve hat sazkirin de, ji 50 welatan gelek ciwan civiyan.

Komekê ciwanên ku ji Herêma Kurdistanê beşdarî konferansê bûn, bal kişandin ser komkujiyên li ser miletê xwe, derbarê çand û bûyerên dîrokî yên Kurdan de, beşdar agahdar kirin.

Di konferansa ku salane tê lidarxistin de, îsal mijara “mafê mirovan” wek babeta sereke hat hilbijartin.

Di dawiya konferansa ku beşeke wê ji medyaya re girtî birêve çû de, ciwanên Kurd ku bi cilê Kurdî, ala Kurdistanê û digel xwendina sirûda Kurdan a neteweyî derketin ser dikê û xelata baştirîn dîplomat a konferansê sitendin.