Komîsyona Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê îro li Bexdayê eskere dike

21 October 2024 16:58 0 dîtin
Komîsyona Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê îro li Bexdayê eskere dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, îro encamên destpêkê yên hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Parlamentoya Kurdistanê li Bexdayê ji raya giştî re eşkere bike.

Komîsyona Hilbijartinan ragihand ku rêjeya beşdariya di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de bi giştî %72 ye. Li gorî daxuyaniya komîsyonê li Duhok %78, Hewlêr %74, Silêmanî %65, Helebce %69 e.

Li gorî amarên destpêkê yên nefermî 100 kursiyên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê wiha hatine dabeşkirin:

PDK: 40 kursî

YNK: 22 kursî

Niwey Niwê: 15 kursî

Yekgirtûya Îslamî: 7 kursî

Tevgera Helwest: 4 kursî

Komela Dadgerî: 3 kursî

Bereya Gel: 2 kursî

Tevgera Gorranê: 1 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 1 kursî 

Ramî Nûrî Odîş Siyawîş: 1 kursî

Dr. Jêmis Hesdo Hêdo: 1 kursî.

Nejdat Nûrî Mihemed: 1 kursî.

Dana Amanc Necîbe Şemûn: 1 kursî

Dr. Soran Selahedîn Şukir: 1 kursî.


Hejmara dengên partiyên siyasî li gorî encamên destpêkê yên nefermî:

PDK: 802.658 deng

YNK: 348.289 deng

Niwey Niwê: 270.025 deng

Yekgirtûya Îslamî: 110.153 deng

Komela Dadgerî: 60.514 deng

Tevgera Gorranê: 11.171 deng

Tevgera Helwest: 51.093 deng

Bereya Gel: 30.124 deng