Komîsyona Hilbijartinê namzetiya parlementeriya Îmran Xan qebûl nekir
PeyamaKurd – Li Pakistanê Komîsyona Hilbijartinê namzediya parlementeriya serokwezîrê berê Îmran Xan ê ku di zîndanê de ye qebûl nekir. Li ser bûyerê parêzerê Îmran Xan, Azhar Siddique ragihand ku wê biryarê temyîz bike.
Hilbijartina Pakistanê di meha Sibatê ya 2024an de ye. Îmran Xan niha di zîndanê de ye û dadgehê 3 sal ceza dabûyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin