Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê, hejmara serlêdanan eskere kir
PeyamaKurd- Ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ve hat ragihandin ku 24 hevpeymanan ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan serî li saziyê dane.
Di derbarê mijarê de Rêvebirê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Rêzkirin û Perwerdeyê ya Iraqê Davut Silêman daxuyanî da û diyar kir ku serlêdanên hevpeymaniyê heta 5ê Tebaxê hatine dirêjkirin.
Davud Silêman, di dewama agahiyên xwe de destnîşan kir ku bi giştî 24 serlêdan ji bo koalîsyonê hatine kirin û got, ji wan 15 tifaqên nû hatine avakirin.
Davud Silêman diyar kir ku piraniya komîteyên girêdayî komîsyonê, xebatên xwe bi dawî kirine û piraniya madeyên teknîkî jî hatine qebûlkirin û got ku tenê karê komîsyona tîma gerok ku koçberên li kampan qeyd dike, maye.
Her wiha hat zanîn ku hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê dê di 18ê Kanûnê de bên kirin û di hilbijartinan de li 15 parêzgehan zêdetirî 23 milyon hilbijêr dê li 7 hezar navendan dengên xwe bidin. 16 milyon hilbijêr xwedî qezenca dengdêrên biyometrîk in.
Di nav van daneyên ku hatin eşkerekirin de ev rêje parêzgehên Herêma Kurdistanê nagire nav xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin