Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Wê hilbijartina perlementoya Kurdistanê di 25ê Sibatê de nebe
PeyamaKurd – Komseriya Bilind ya Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku wê hilbijartina parlementoya Kurdistanê negihê 25ê Sibata 2024an û biryara xwe bi şêweyekî fermî gihand serokatiya Herêma Kurdistanê. Biryar bi sedema ku îtîrazên qanûna hilbijartinê ya Parlementoya Kurdistanê li Dadgeha Federal ya Iraqê de tê dîtin û roja celsê dikeve piştî roja hilbijartinê an ku 25ê Sibatê dê paşde bikeve.
Şêwirmendê çapemeniyê yê komisyona hilbijartinê Îmad Cemîl ji bo Rûdawê ragihandiye:
“Komîsyona nivîsa fermî ya ku wê hilbijartina Parlementoya Kurdistanê di 25ê Sibata 2024an de nebe, îro gihand Herêma Kurdistanê.”
Parlementerê YNKê Ziyad Cabbar ji qanûna hilbijartinê re îtîrazê kiribû û dosyayê biribû Dadgeha Federal ya Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin