Komkara Erebî banga vekisîna hêzên Tirkiyeyê kir...

19 May 2023 19:27 0 dîtin
Komkara Erebî banga vekisîna hêzên Tirkiyeyê kir...

PeyamaKurd - Piştî civîna îro 19ê Gulanê ya Komkara Erebî li Erebistana Siûdî ku serokê Sûriyê Beşar Esed jî beşdarî kir, reşnivîsa daxuyaniya dawiyê ya civîna Komkara Erebî hate belavkirin. Di reşnivîsê de, bang li Tirkiyê hate kirin ku hêzên xwe yên ji Iraqê vekişîne.

32emîn Lûtkeya Komkara Erebî îro 19ê Gulana 2023an li Cidde ya Erebistana Siûdiyê dest pê kir ku piştî 12 salan Serokê Sûriyê Beşar Esed tê de beşdar e.

Li gorî reşnivîsa daxuyaniya dawî ya lûtkeyê, piştgiriya Iraqê tê kirin û derbasbûna artêşa Tirkiyê ya nav sînorê Iraqê hat şermezarkirin û ji Tirkiyê tê xwestin ku leşkerên xwe bê şert û merc ji Iraqê vekişîne.

Herwiha reşnivîs pêşwaziyê li rêkeftina navbera Erebistana Siûdî û Komara Îslamî ya Îranê ji bo destpêkirina pêwendiyên dîplomatîk kir.

Dîsa di reşnivîsa daxûyaniyê de tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyê û aramiya Sûriyê hatiye kirin û daxwaza bihêzkirina hewlên ji bo derbaskirina krîza li Sûriyê û piştevaniya gelê Sûriyê hate kirin.