Konferansa çarem a "Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê" destpê dike

17 October 2022 10:59 0 dîtin
Konferansa çarem a "Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê" destpê dike

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê konferansa çarem a "Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê" di navbera 21-30yê meha Cotmehê de destpê dike.

Beriya niha konferansa sêyem online hat lidarxistin, ev konferans cara 4em, bi piştevaniya (Qad ji bo Çandê) û bi hevkariya (Weşanên Aras) û (Weşanên Everestê), bi awayekî rûbirû tê lidarxistin.

Herwiha bername, bi banga (HEQÎQETA DI ZIMANÊ XEYALÊ DE) tê birêvebirin û di bernameyê de wêjeya di gelek zimanan de, zanistên civakî, muzîk, fotograf, sînema û hunera hevçax têne gotûbêjkirin û pêşkêşkirin.