Konsulê Urdinê: Mesrûr Barzanî di hemû sektoran de pêsketin pêk aniye

05 May 2024 13:09 0 dîtin
Konsulê Urdinê: Mesrûr Barzanî di hemû sektoran de pêsketin pêk aniye

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Şahnişîna Urdinê Fuad Mecalî di Dîdara Xwendina Bilind a Urdinî-Kurdistanî ya li Hewlêrê de axwaftinek kir û spasiya Serok Mesrûr Barzanî kir ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de bipêş xistine.

Konsulusê Şahnişîna Urdinê got: “Îro bûyereke zanistî ya girîng birêve diçe, îro civîna hezkirin û biratiyê ye, bi hemahengî di warê xwendina bilind de.”

Mecalî diyar kir: “Îro bi piştevaniya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hikûmeta Urdinê emê vê civînê lidar dixin.”

Konsulê Urdinê bal kişand ser wê yekê ku xwendin li Urdinê pêşketî ye û hêvî xwest xwendekarên Kurdistanê li Urdinê xwendina xwe berdewam bikin.

Di dawiyê de Konsulê Urdinê destxweşî li Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ku di hemû sektoran de pêşkeftinên mezin bidest xistiye.