Kore ya Basûr, Kore ya Bakûr tehdîd kir: Em yekser bi çekên nuklerî lê dixin

08 November 2024 22:13 0 dîtin
Kore ya Basûr, Kore ya Bakûr tehdîd kir: Em yekser bi çekên nuklerî lê dixin

PeyamaKurd – Serokê Kore ya Başûr Yoon Suk Yeol ragihand ku eger êrîşekî nuklerî here ser welatê wî, wê di çarçova hevkariya bi DYA re, wê bi sîlihên nuklerî li Kore ya Bakûr bixin.

Serokê Kore ya Başûr Yoon, bi kovara Amerîkayî Newsweekê re hevpeyvîn kiriye û di hevpeyvîna xwe de gotiye ku ji şerê Kore û heya niha, li hemberê tehdîdên ku ji Bakûr de werin, artêşa welat bi pêş xistiye û weha dewam dike:

“Şiyanên konvansiyel yên artêşa Kore ya Bakûr bi nisbet ya Başûr kêmtire û lewra rêvebiriya Pyongyangê dixebite ku şiyanên xwe zêdetir bike. Li gor hinek anketan; raya giştî %60-70 dixwaze ku Kore ya Başûr temîna çekên nuklerî bike lê ger em temîna çekên nuklerî bikin, dê Taywan û Japonya jî bixwazin ku bibin xwediyê çekên nuklerî û ev jî dê bike ku li herêmê tehdîdekî mezin çêbibe.

Ez dibêjim mantiqekî tine ku Bakûr êrîşê Başûr bike. Eger bibe, wê Kore ya Başûr bi hevkarê xwe DYAre yekser li Kore ya Bakûr bixe.”

Yoon, li ser şandina leşkerên Kore ya Bakûr ji bo Rûsyayê ragihand ku leşkerên Bakûr di şer de bibin xwediyê tecrubeyan û Moskova teknolojiyê bide Kore ya Bakûr, wê bibe tehdîd li ser Kore ya Başûr.