Koreya Basûr: Bi dehan guleyên topê havêtin sînorê me

05 December 2022 17:00 0 dîtin
Koreya Basûr: Bi dehan guleyên topê havêtin sînorê me

PeyamaKurd- Ji aliyê artêşa Koreya Başûr ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku Koreya Bakur, di tetbîqata xwe ya leşkerî ya dawî de bi dehan guleyên topê havêtine sînorên hevpar ên navbera Koreyan.

Di daxuyaniya artêşê de hat eşkerekirin ku ji aliyê Koreya Bakur ve li dijî qerexên deryayî yên ku nêzîkî sînorên hevpar ên navbera Koreyan e, 130 guleyên topê havêtine havêtin. Hat diyarkirin ku hin ji van guleyan ji bo hêrsa li Seulê bê kêmkirin, daketine herêmeke tampon a nêzîkî sînorê deryayî.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniyê hat ragihand de hat eşkerekirin ku artêşa Koreya Başûr li hember rewşê gule reşandine û gelek peyamên hişyariyê ji bo Koreya Bakur şandine.

Li ser mijarê, heta niha ji aliyê Koreya Bakur ve daxuyaniyek nehatiye dayîn lê belê hat ragihandin ku ew firandina moşek û balafirên şer û tetbîqatên ji aliyê yekîneyên topavêj ve û çalakiyên leşkerî berdewam dikin.