Koreya Basûr ji ber jinên wekî koleyên cinsî hatine bikaranîn ceza da Japonyayê
PeyamaKurd – Dadgeha Koreya Başûr, cezaya pereyan li ser Japonyayê sepand ji ber jinên Koreyî yên wekî koleyên cinsî hatine bikaranîn.
Li gor biryara Seoulê, divê Japonya ji bo 12 jinên Koreyî 100 milyon won (91 hezar dolar) ceza bide. Ev jin di dema şerî de wekî koleyên cinsî "hatibûn xebitandin."
Dibe ku cîbicîkirina vê biryarê, têkiliyên dîplomatîk ên her du welatan baştir bike.
Di biryara dadgehê de tê destnîşankirin: "Delîl, belge û şahidên têkildar nîşan didin ku qûrbaniyan ji ber kiryarên neqanûnî êşên canî û laşî yên dijwar kêşane. Xeyalên wan jî şkestine. Lê heya niha ji bo êşên wan qereboyek nehatine kirin."
Koreya Başûr, yekemîn car e doza hiqûqî ya sivîl di derheqê şerê Japonya de biryareke wiha dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin