Koreya Basûr, ji bo Ukraynayê biryarek da

10 September 2023 19:29 0 dîtin
Koreya Basûr, ji bo Ukraynayê biryarek da

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokê Dewleta Koreya Başûr Yoon Suk-Yeol, ji bo "Parastina aştiyê û ji nû ve avakirina piştî şer" 2,3 milyar dolar alîkarî da Ukraynayê.

Hat diyarkirin ku Yoon Suk-Yeol ku beşdarî Lûtkeya Rêberên G20ê bû ku li New Delhiya paytexta Hindîstanê hat lidarxistin bû, ji bo Ukraynayê alîkariya nû ragihand.

Her wiha Yoon soz da ku 2.3 milyar dolar alîkarî ji Ukraynayê re di demeke dirêj de ji bo "veqetandina aştî û nûavakirinê piştî şer" wî destnîşan kir ku ew ê di destpêkê de 300 milyon dolar ji vê yekê wekî alîkariyên mirovî di sala 2024an de radestî Ukraynayê bikin.