Koska Sipî di babeta bikaranîna çekên nuklerî ji aliyê Rûsya de daxwuyanî da
PeyamaKurd – Koşka Sipî ya Amerîkayê ragihand ku di ti îşaret tine ku di wextekî nêz de Rûsya çekên nukleerî bikarbîne. Berdevka Koşka Sipî Karine Jean-Pierre ragihand ku Ji Biden gotiye; ji sala 1962 an ji krîza Kubayê ya fuzeyan ya di wexta Kenedy de heya niha, di destê Amerîka de agahî tine ku Rûsya di demekî nêz de çekên nukleerî bikarbîne. Biden, di dema diçû Marylandê di balafira xwe de ji bo rojnamevanan gotiye:
“Putin ku behsa bikaranîna çekên nukleerî kiriye,ew behskirin bê berpirsiyarî bû. Tiştên mirov nexwaze encamên wê hebin, mirov nikare bikarbîne.”
Jean-Pierre got ku wê Amerîka li ber tehdîdên Rûsyayê serî daneyne lê ji bo Amerîkayê tiştekî ciddiye. Lê daxistina asta daxistina dijberiyan, di destê Putin de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin