Koska Sipî: Em ê di nîsanê de diyaloga xwe ya stratejîk bi Iraqê re nûh bikin

24 March 2021 02:52 0 dîtin
Koska Sipî: Em ê di nîsanê de diyaloga xwe ya stratejîk bi Iraqê re nûh bikin

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Sipî yê Amerîkayê Jen Psaki ragihand ku wê di meha pêşiya me de diyaloga stratejik ya bi Iraqê re nûh bikin. Ev nûhkirin wê bo her dû welatan bibe derfet da di warê ewlehî, çandê, bazirganî û heya kêşûheweayê di van hemî sehayan de mijaran munaqeşe bikin.Psaki weha got:

“ Em bê sebir bende ne ku bi hukumeta Iraqê re di meha nîsanê de diyaloga stratejîk nûh bikin. Ev nûhkirin wê bo her dû welatan bibe derfet da di warê ewlehî, çandê, bazirganî û heya kêşûhewayê di van hemû sehayan de mijaran munaqeşe bikin.”

Psaki  got di wan civînan de armanca hêzên koalîsyona Iraqê ew e ku nehêlin DEAŞ ji nû de xwe birêbixe û bo wê jî hêzên Iraqê perwerde bikin, û şêwrimendiya wan bikin û weha dewam kir:

“Amerîka girêdayê hukumraniya Iraqê ye. Em bende ne ku di navbera her dû dewletan de, ortaxiya me ya di dahatûyê de ya stratejîk, di hevdîtinên bi lîderên Iraqê re bên kirin.”