Koska Sipî sepandina dorpêçên aborî li ser Iraqê guftûgo dike

07 January 2020 11:56 0 dîtin
Koska Sipî sepandina dorpêçên aborî li ser Iraqê guftûgo dike

PeyamaKurd - Li gor zanyariyan, şêwirmendên Koşka Sipî ya Amerîka sepandina dorpêçên aborî li ser Iraqê guftûgo dikin.

Rojnameya Washington Post li ser zarê rayedarekî Koşka Sipî ku navê wî diyar nekiriye belav kir, Eger Hikûmeta Iraqê biryara dawiyê ya derkirina hêzên Amerîkî bide, Şêwirmendê Koşka Sipî û Wezareta Gencîneya Amerîka ji niha ve dest bi guftûgokirina çend awayên sepandina dorpêçan li ser Iraqê kirine.

Wê çavkaniyê ragihand, wan biryar daye, piştî gihîştina bi awayê dawiyê ya sepandina sizayan wê ranegihînin û li benda biryara dawiyê ya Hikûmeta Iraqê li hember man yan derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê bimînin.

Trump di daxuyaniyeke rojnamevanî de gotibû, Amerîka ji Iraqê dernakeve, tenê heger desthilatdarên Iraqê têçûna dirustkirina binkeya esmanî ya Amerîka li Iraqê bi çendîn milyar dolar durist kiriye bide.

Herwiha Trump gotibû, ger desthilatdarên Iraqê daxwaza derkirina hêzên Amerîkî bikin, ew dê dorpêçêm mezin li ser Iraqê bisepînin, ku sizayên li ser Îranê hatine sepandin, li hember wê dê ne tiştek be.

Parlemantoya Iraqê du roj projeyasaya derkirina hêzên biyanî ji Iraqê pejirandibû.