‘Kosret Elî sembola YNKê ye, divê bibe Sekreterê Gistî’

12 September 2019 16:01 0 dîtin
‘Kosret Elî sembola YNKê ye, divê bibe Sekreterê Gistî’

PeyamaKurd - Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mihemed Wetman diyar kir ku ew Kosret Resûl Elî weke sembola hizba xwe dizanin û dixwazin Kosret Resûl Elî bibe sekreterê giştî yê YNKê.

Mihemed Wetman di daxuyaniyeke xwe ya bo medya Kurdistanê de, li ser kongreya YNKê da zanîn, kongreya çarem bo nûkirin, guherîn û danîna bernameyeke nû ye bo bihêzbûna YNKê ye.

Mihemed Wetman got ku wan lîjneyeke bala pêk aniye bo pêkanîna kongreyê di meha 12an a sala 2019an de û da zanîn ku ew ê di kongreya çarem da guhertinên bingehî bikin û di kongreyê da wê ew guhertin bihêne kirin û hemû endamên kongreyê deng li ser bidin.

Wetman li ser postên diyarkirina YNKê jî got: “Niha zû ye em behsa li ser wê postê bikin. Divê em li benda roja kongreyê bin. Kosret Resûl niha sekreterê giştî ye û biryarderê hizba me ye. Lê belê endamên kongreyê wê biyarên li ser wê yekê bidin Kosret Resûl dibe sekretere giştî yan na.”

Li ser xwe kandîdkirina Kosret Resûl bo wergirtina postê sekreteriyê jî Mihemed Wetman bibîr xist ku Kosret Resûl remza hizba wan e û wiha axivî: “Hemû jiyana xwe bo YNKê terxan kiriye. YNK jî dixwaze Kosret Resûl bibe sekretere giştî dê hemû endamên kongreyê jî deng bidin wî.”

YNKê biryar daye 8ê meha 12an kongreya xwe ya çaremîn li dar bixe.