Kovara Amerîkî: Amerîka wekî rejîma Sedam dê rejîma Îranê jî bixe

30 May 2018 23:09 0 dîtin
Kovara Amerîkî: Amerîka wekî rejîma Sedam dê rejîma Îranê jî bixe

PeyamaKurd - Kovara The National Interest ya Amerîkî eşkere kiriye, ku tîma "Laçînan" ya îdara serokê Amerîka Donald Trump, li dijî Îranê ber bi pêxistina şer ve diçin û ewê heman awayê serokê berê yê Amerîka George W Bush bikar bînin, ku di sala 2003an de li dijî rêjîma Iraqê bikar anîbû.

Kovara navhatî di raporekê de diyar kir, ku ew berpirsên Amerîkî wê bi 3 gavan artêşa Amerîka qayil bikin daku rêjîma Îran bîne xwarê, yekem gav jî çêkirina çekên komkujiyê ye ji aliyê Îranê ve.

Li gorî rojnameyê, tîma Trump xwe ji wê pilanê re amade kiriye û heger dijatiyeke navdewletî ji wê pilanê re çêbibe, wê Amerîka bêje: Em berevaniyê di ber cîhana azad de dikin.

Herwiha wê ji wan welatan re bêje, ku Amerîka piştevaniya opozisyona Îranê dike ji bo sîstemek û Hikûmeteke demokratîk li Îran pêk bînin, wek çawa li Iraqê hat kirin piştî ku rêjîma Sedam hat xistin.

Kovarê diyar kir, ku vekişana Trump ji rêkeftina etomî li gel Îranê, beşek din ji wê pilanê ye.

Heman kovarê nivîsiye: “Gava duyem di wê pilanê de ew e, ku wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo destpê kiriye û dibêje: Amerîka berevaniyê li gelên Îranê dike û xwepêşandanên Îraniyan bi (dengê şoreşê ji bo azadiyê) binav kir, ev jî tê wateya ku nek tenê ji bo çaksaziyê derketine xwepêşandanan û ji ber wê yekê "Pêwîst e amadekarên wê planê daxwazê ji Serok Trump bikin ku şer ji bo azadiya Îraniyan bide destpê kirin".

Li gorî rapora wê kovarê, gava sêyem wek senaryoyê xistina rêjîma Îranê ye wek Sedam Husên, ku dema Koşka Spî û piştevanên siyaseta wê destpê kirin û bal kişandin ser şer li dijî Iraqê û gotin ku, xistina rejîma Sedam wê bi kêmtirîn bac û xerc ve bê kirin".