Kremlînê bersiva Ermenistanê da: Rûsya naçe cihekî…
PeyamaKurd- Kremlînê bersiva daxuyaniyên Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan da ku ji ber nekirina alîkariya di şer û aloziyên Azerbayncan-Ermenistanê de, rexneyên tund li Rûsyayê girtibûn.
Paşînyan di hevpeyvîna ligel rojnameya La Repubblica ya Îtalî de gotibû, Rûsyayê di êrîşa ser Qerebaxê de û alîkariyên leşkerî de, sozên xwe bicih neanîne û ewlekariya herêmê dabîn nekiriye. Herwiha Paşînyan diyar kiribû ku Rûsyayê piştî şerê Ukraynayê ji herêma Kafkasan paşve kişiyaye û terka wan daye.
Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov, li ser pirsa rojnamevanan derbarê mijarê de got, baregeha Rûsyayê li herêmê heye û hêzên aştiyê şandine Qerebaxê û diyar kir, Rûsya hê jî rola xwe li Kafkasan dilîze.
Peskov herwiha got: "Ne mimkun e em van rexneyan qebûl bikin. Rûsya beşeke jêneger a herêmê ye. Rûsya naçe cihekî û vê plan jî nake.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin