Kûçik êrîsê keriya mihan kirin: 30 mîh mirin
PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê li gundê bi navê Suüstü ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn, di wexta ku gundî çûn mala xwe da firavînê bixwun, kûçikên ku birçî mabûn êrîşê nav keriya mihan kirin û di encamê de 30 mihan kuştin. Gelek mîh jî wenda bûn.
Bûyer seet li dora 11.00an çêbû. Xwediyên mihan mihên birîndar dan ser milên xwe û wan birin malê. Temamê gundiyan ji bo mihên xwe yên wenda peyda bikin derketin lêgerîna wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin