''Kürt Tarihi'' di hejmara 42yem de dosyayek li ser Bedirxaniyan amade kir
PeyamaKurd – Hejmara 42yem a kovara “Kürt Tarihi” hat weşandin. Kovarê di vê hejmarê de, dosyayek li ser Bedirxaniyan amade kir.
Di vê hejmara kovarê de, Bahoz Şavatayî dosya amade kiriye ku Ahmet Kardam, Celîlê Celîl, Mehmet Emîn Pûrçak, Rohat Alakom û Bahoz Şavatayî di derbarê malbata Bedirxaniyan û xebatên wan de nivîs nivîsandine û hevpeyvînek di heman mijarê de bi Seid Verojî re hatiye kirin.
Herwiha ligel vê dosyayê, di kovarê de nivîseke Nasruddewle Marduxî ya derbarê terma Kurdistanê, nivîsa Ahmet Ozerî ya derbarê Nadîr Nadîrovî, hatine weşandin. Nivîsa Anelika Pobedonostseva Kaya û Artom Kirpiçonik ya derbarê Cihûyên Kurdistanê de, Zelal Konakê wergerandiye Tirkî. Herwiha Metin Atmacayî li ser pirtûka J. Andrew Bushi ya bi navê “Between Muslims: Religious Difference in Iraqi Kurdistan” nivîsandiye.
Kovara “Kürt Tarihi” wê ji niha pê ve weke e-kovar jî were firotin. Kovar wê bi rêya Google Books û malpera kurttarihidergisi.com -ê were firotin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin