Kurê Besar Esed pistî hilwesîna rejîmê cara yekem xuya bû

14 February 2025 11:29 0 dîtin
Kurê Besar Esed pistî hilwesîna rejîmê cara yekem xuya bû

PeyamaKurd - Kurê Beşar Esed, Hafiz Esed, piştî têkçûna desthilata bavê xwe, yekem car di vîdyoyekê de xuya bû.

Di vîdyoya ku di 12ê Çile de hat weşandin de, Hafiz el-Esed tê dîtin ku li kolaneke Moskowê dimeşe.

Di vîdyoya ku tenê 9 saniyeyan dom dike de Esed diyar dike ku du hesabên wî li ser platformên Telegram û X hene.

Di vîdeoyê de Hafiz Esed wiha got: “Ji min tê pirsîn, ev herdu hesabên X û Telegramê yên te ne? Min xwest vê yekê zelal bikim. Erê, her du jî yên min in û ti hesabên min ên medya civakî yên din tune."

Ew bi rêya hesabekî ku tê îdiakirin ku yê Hafiz e li ser Telegramê behsa rojên dawî yên beriya rûxandina hikûmeta Beşar Esed li Sûriyê dike.

Vîdyoya navborî ji herdu hesaban hat weşandin.

Desthilatdariya malbata Esed piştî zêdetirî nîv sedsalê di 8ê Çileya 2024an de bi dawî bû.