Kurdistan: Di destê Iraqê de ti mazeret nemaye ku mafên maddî yên Kurdistanê derengî bixîne
PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di çarçova peymanên bi hukumeta federal ya Bexdayê re, ti mazeret nemaye ku Iraq mafên maddî yên Herêma Kurdistanê derngî bixîne. Hukumeta herêma Kurdistanê civîna xwe di bin serokatiya serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî de kir û di civînê de Qubad Talabanî jî amade bû.
Li gor ragihandina hukumeta Herêma Kurdistanê; di civînê de komkujiya Şengalê ya Kurdên Êzîdî, muzakereyên ku di navbera Kurdistanê û Bexdayê de dimeşin, mafên darayî, budça herêma Kurdistanê ya ku wê ji Bexdayê bistîne, hilbijartina parlementoya Kurdistanê, pirsgirêkên benzin û elekltrîkê yên Kurdistanê tev mijarên ku di civînê de li ser wan axifîne.
Encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê terefên Kurdistanê dawet kirin da mafên destûrî yên Kurd û Kurdistanê biparêzin û bi hevre tevbigerin da budça herêma Kurdistanê temîn bikin.
Barzanî di civînê de kesên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û desteka xwe ji bo wan teze kir. Barzanî got ku civaka navdewletî komkujiya Êzîdiyan nasdike û bi wê naskirinê gelek kêfxweşe û got divê peymana Şengalê were cîh û rewşa herêmê normal bibe.
Barzanî ragihand ku di destê Iraqê de ti hêcet nemaye ku budça herêma Kurdistanê derengî bixe û wê di qanûn de çawa cîh girtiye wê budçe eynî wisa bê şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin