Kurdistanî diçin seredana rêberê xwe Sêx Ahmedê Xanî
PeyamaKurd- Her roj bi hezaran Kurdistanî û biyanî diçin seredana fîlozofê mezin Ahmedê Xanî. Ahmedê Xanî di herêmê de ew kese ku ti kes bi derewan bi serê an navê wî sond naxwe. Ahmedê Xanî bi felsefa xwe û bi berhemên xwe di xwendegehên Kurdistanê de tê xwendin û di medreseyan de ti carê li ser berhemên wî niqaş nayê kirin ji ber ku gelek mezbûtin û bi rêk û pekin.
Gora Şêx Ahmedê Xanî li navçeya Bazîdê ya bi ser bajarê Agiriyê de ye lê ne di nava bajêr de ye. Li seriya bajêr di qûntara çiya de, li seriya Qesra Îshaq Paşa ye. Heya sala 1979an ser gora Xanî vekirîbû paşî ji aliyê rêxistineka Bazîdê de hat sergirtin. Gelek bi rêk û pêk tê xwedîkirin û jê re rêz têgirtin.
Ahmedê Xanî esas xelkê Hekkariya ye û çûye li Bazîdê bicîh bûye. Xwediyê şahesera bin av û deng Mem û Zînê ye. Xwedanê Eqîda Îmanê û Nûbihara Biçûka ye. Ew di dilê her Kurdistaniyekî de her dem dijî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin