Lavrov: “Em ê dîsa Tirkiye û Sûriyeyê bo mizakereyan teswîq bikin”

01 November 2024 16:05 0 dîtin
Lavrov: “Em ê dîsa Tirkiye û Sûriyeyê bo mizakereyan teswîq bikin”

PeyamaKurd – Federasyona Rûsyayê li Kazana paytexta Tatarstanê hefteya borî mazûvaniya Lûtkeya BRICSê kir.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî lûtkeyê bersiva pirsên Rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyeyê da.

Lavrov pêwendiyên Tirkiye-Sûriyeyê nirxandin û diyar kir ku piştî ku rêveberiya Şamê israr kir leşkerên tirk ji Sûriyeyê vekişin û ev pêşniyar li Tirkiyeyê kir ku piştre li ser vê mijarê nîqaş bikin, danûstandin rawestiyan.

Wî hewldanên Moskowê ji bo vejandina pêvajoya mizakereyan rave kir.

Lavrov got, “Cûdahiya di helwêstên Şam û Enqereyê de bû sedem ku pêvajoya mizakereyê raweste. Ji ber ku ji her du paytextan sînyalên ji bo ji nû ve destpêkirina diyalogê eleqeyeke cidî heye, em ê bi awayekî aktîf wan teşwîq bikin ku pêvajoya mizakereyê careke din bi lez dest pê bike.”

Wî tekez kir ku Rûsya bi berdewamî hewl dide ku nakokiyên di navbera Şam û Enqerê de ji holê rake.