Lavrov: “Em hêvî dikin ku sandina leskeran bo sînorê Îranê tenê bi gotinan be”

14 May 2019 22:00 0 dîtin
Lavrov: “Em hêvî dikin ku sandina leskeran bo sînorê Îranê tenê bi gotinan be”

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku divê Amerîka bi tenê, di rêya siyasî de mijarên xwe bi Îranê re çareser bikin. Lavrov piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Pompeo re ku li Soçiyê hevdîtin kirin, derket ber çapemeniyê û bi taybetî di mijara leşkeran de ku Amerîka bo ser sînorê Îranê şandiye weha got:

“Em hêvî dikin ku mijara şandina leşkerên Amerîkayê bo Îranê tenê gotinên bê esil bin.”

Di hevdîtinê de ku li dora 3 sietan dewam kir, li ser mijarên Venezuela, Kore, Sûriye, Ûkrayna û mijara Îranê ya nukleerî axifîne û bo têkiliyên xwe normal bikin lihev kirine.