Le Parisien: Sîxurê Îranî hurgiliyên cihê Nasrallah bi Îsraîlê parve kirin
PeyamaKurd - Rojnameya Fransî “Le Parisien” bi zarê çavkaniyên ewlekariyê eşkere kir ku sîxurekî Îranî yê nasnameya wî nehatiye eşkerekirin, zanyariyên hûr li ser liv û tevgera Hesen Nasrallah ku berî bigihe başûrê Beyrûtê, ji Îsraîlê re parve kirine.
Li gorî nûçeyê, wî sîxurî Îsraîl agahdar kiriye ku Nasrallah bi Serokê Operasyonên Pasdarên Îranê Abbas Nîlfiroşan re di heman otomobîlê de ye.
Di nûçeyê de wiha hatiye gtin: “Vî sîxurî karî derbasî nava bazneya navxweyî derdora Hizbullahê bibe û zanyariyên rast li ser tevgerên Nasrallah bide, ku roja ew ji bo beşdarîkirina di merasîma cenazeyê berpirsê Hizbullahê Mihemed Sorûr de, li Beyrûtê bû.”
Rojnameyê diyar kiriye, “Îsraîl li bendê ma ku hevdîtina Nasrallah û serkirdeyên Hizbullahê bi wî berpirsê Îranî re dest pê bike, piştre êrîşî ser cihê hevdîtinê kir ku di encamê de, ji bilî Hesen Nasrallah û Abbas Nîlfiroşan, 12 berpirsên din ên bilind ên Hizbullahê hatin kuştin.”
Herwiha hate destnîşankirin ku Hesen Nasrallh û koma pê re, di dema êrîşê de 30 metroyan di bin erdê de bûn.
Herwiha rojnameya Îsraîlî “Yedioth Ahronot” jî ragihandiye, kesên ku beriya êrîşê li derdora cihê bûyerê bûn, çavkaniya herî baş ên agahiyên Îsraîlê bûn.
Rojnameya Amerîkî “New York Times” jî li ser êrîşê daye zanîn, biryara êrîşê roja Înê hat dayîn ji ber ku serkirdeyên Îsraîlî di wê baweriyê de bûn ku berî Hesen Nasrallah cihê xwe biguhere, derfeteke kin heye ku êrîşê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin