Lehiya Agirî û Ixdirê zerarê da deriyên sînor yên gumrikê
PeyamaKurd – Barana li Agiriyê û Ixdirê hat bû sedema rabûna lehiyê û jiyana xelkê kir xeterê. Lehiya ku ji Çiyayê Agirî hat jêr, bû sedema girtina rêya navbera Ixdirê û Nahçivanê ku deriyê Nahiçivanê deriyê sînorê navbera Azerbeycana Bakûr û Tirkiyê ye.
Her weha lehî bû sedema gelek alavên ku diçûn deriyê sînor yê Girbilokê ya Bazîdê (Gurbulak) û piraniya alavan di nav ava lehiyê de man. Deriyê Girbilokê deriyê navbera Îran û Tirkiyê ya li Bazîdê ye.
Xebatkarên gumrikê jî di xebata xwe de gelek zahmetiyan dîtin. Baran û lehî bi taybetî piştî siet 4 ê piştî nîvro bandora xwe zêde nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin