Leskerên Amerîka û HSDê li cihê ku Tirkiyê bombe kiribû derketin dewriyê

11 October 2019 15:49 0 dîtin
Leskerên Amerîka û HSDê li cihê ku Tirkiyê bombe kiribû derketin dewriyê

PeyamaKurd – Li demeke ku artêşa Tirkiyê û hêzên girêdayî wê bi tundî li deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê didin, hat ragihandin ku hêzên leşkerî yên Amerîkî û HSDê li li nêzîkî qadên şer li Girê Spî dewriyeya leşkerî bi çavderiya helîkopteran gerandin.

Îro danê sibehê çavkaniyên herêmê ragihandibûn ku dewriyeya Amerîka û HSDê bi 6 Hummer û 1 Land Cruiserê hatiye gerandin.

Herwiha li gorî agahiyên nû ji herêmê, cihê ku dewriye hatiye gerandin bi helêkopterên Amerîkî hatiye parastin.

Ew devera dewriyeya leşkerî hatiye gerandin jî li gorî çavkaniyên herêmê, gundê Şêrgirat ê Bozanî (Eyn Îsa) ye û balafirên Tirkiyê du caran ew dever bombardiman kiribûn.