Li Afganistanê rojnamevanekî Kurd ji aliyê Talîbanê ve hat girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rojnamevan û wênegirekî kurd yê Rojhilatê Kurdistanê li Afganistanê ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hatiye girtin.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê eşkere kiriye ku doh 16ê Mijdarê rojnamevan û wênegirê kurd Îbrahîm Elîpûr ku ji bo amadekirina raportekê çûye Afganistanê, ji aliyê çekdarên Taliban ve hat girtin.
Hat zanîn ku ew rojnamevanê kurd xelkê bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistdanê ye û endamê Encumena Navdewletî ya Wênegiran (FIAP) û endamê dezgeha bi navê Middle East Images e.
Dezgeha Middle East Images jî nûçeya girtina Îbrahîm Elîpûr piştrast kir û li ser rûpela xwe ya înstagramê belav kir.
Îbrahîm Elîpûr gelek caran ji ber amadekirina raportan li ser rewşa kolberên Rojhilatî ji aliyê navendên ewlehiyê yên Îranê ve rastî lêpirsîn û fişarê dihat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin