Li Agiriyê tesîsa entegre ya herî mezin ya ajalvaniyê tê avakirin

13 July 2024 21:20 0 dîtin
Li Agiriyê tesîsa entegre ya herî mezin ya ajalvaniyê tê avakirin

PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê bi hevkariya parêzgehê û TOKİyê, proja çêkirina axwuran dewam dike. Dema proje temam bibe, wê bibe tesîsa herî mezin ya ajalvaniyê an ku ya xwedîkirina heywanan ya bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê.

Tesîs an ku komeaxwur, di çarçova “Proja Axwuran ya Agiriyê” di navbera gundên Baloluk û Bölükbaşıyê tê avakirin ku navên wan gundan yên Kurmancî nehat hînkirin, wê ji 314 axwur û 3 avahiyên veterîneran an ku doktorên heywanan pêk bê.

Seha sergirtî ya tesîsê 165 hezar û 361 m2 ye. Seha servekirî ya tesîsê 49 hezar û 736 m2 ye. Dema tesîs temam bibe, wê karibe 10.648 heywanan xwe dî bike an ku bihewîne. Heya niha %60ê projê temam bûye.

Xwedîkirina heywanan bi awayekî nûjen, hîjyenîk û di bin kontrola veterîneran de be.