Li Akçakala bajarê Rihayê du malbatên eqrebayên hev pevçûn: 1 kustî û 6 birîndar

19 July 2023 00:43 0 dîtin
Li Akçakala bajarê Rihayê du malbatên eqrebayên hev pevçûn: 1 kustî û 6 birîndar

PeyamaKurd – Li navça Akçakale ya bi ser bajarê Rihayê li taxa an gundê Ekinyazıyê du malbatên ku mirovên hevin û berê di navbera wan de nexweşî hebû, ewilî munaqeşe kirin û paşî bi dar, kevir û çekan lihev xistin.

Di encamê de kesê bi navê Ahmet Ö. (25) mir û 6 kes birîndar bûn. Tîmên lezgîn yên 112 ê birîndaran bir nexweşxana dewletê ya Akçakale. Di mijarê de lêpirsîna cerndiraman dewam dike.