Li Amerîkayê kestiyek sewitî: 2 mirî, 5 birîndar

07 July 2023 09:35 0 dîtin
Li Amerîkayê kestiyek sewitî: 2 mirî, 5 birîndar

PeyamaKurd Li bajarê Newark ê eyaleta New Jerseya Amerîkayê, li benderê agir bi keştiyê ket û di encamê de 2 agirkuj mirin, 5 agirkuj jî birîndar bûn.

Şaredarê Newark Ras Baraka ji rojnamevanan re got, "Me li bajarê Newark 2 kes wenda kirin."

Baraka da zanîn, "Ev dîmen wê her û her di hişê min de bimîne ka ev peywir çiqas xeternak e,"

Şefê Agirkujiyê yê Jerseyê yê berê Steven McGill agahî parve kir ku 5 agirkujên di heman şewatê de birîndar bûne li nexweşxaneyê hatin dermankirin.

Midûriyeta Agirkujiyê ya Newarkê da zanîn, şewata li keştiya bi ala Îtalyayê ya ku di navbera Amerîka û Afrîkayê de wesayit dibirin, şeva borî nîvê şevê derket û heta serê sibê nekarî were vemirandin.