Li Ankara, di kongra baroyê de du grûbên parêzeran li hev xistin
PeyamaKurd – Di kongra baroyê ya Parêzeran ya Ankara de, du grûbên parêzeran li hev xistin. Di kongra 68em ya baroyê de, grûba bi navê Parêzerên Hemçerx û Azadîxwaz û grûba Netewaperestên Tirk de pevçûn derket.
Grûba azadîxwaz û hemçerx, bi sedema şiddet û kuştina jinan pankart vekirin lê grûba neteweperstên Tirk li hemberê grûba dinê bertekê nîşan da û kursiyan avêtin hev û bi kulman li hev xistin. Parêzerekî ji serê xwe birîndar bû.
Pankarta ku jinên grûba Azadîxwaz bilind kir, li ser pankarta wan “Jin, Jiyan, Azadî”, “Peymana Îstenbolê dide Jiyandin” nivîsandibû. Slogana “Em dengê xwe danaxin, natirsin û serî daneynin” qêriyan.
Grûba netwaperest ya parêzeran jî li hemberê sloganên navborî gotin: “Em li Baroyê terorîstan Naxwazin”. Grûba Azadîxwaz li hemberê slogana netewaperestên Tirk gotin: “Li Hemberê Faşîzmê mil milane”.
Li ser gengeşeyê serokê dîwanê 20 deqe navber da kongrê. Piştî hêrsa her dû terefan danî, kongre dewam kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin