Li Ankara ji ber mesa salvegera bûyera Sûrûcê 45 kesan xistin binçav
PeyamaKurd – Ji bo proteskokirina bûyera Sûrûcê ya di 20 temmûza sala 2015 an de ku DEAŞ ê êrîş kiribû û di bûyerê de gelek kes miribûn, hinek grûb li Ankara meşiyan û xwestin bîranîna rojê bikin. Xwepênşandêr li Kızılayê rê girtin. Grûba ku dixwest here heya ‘Meydana 15 ê Temmûzê ya Demokrasiyê û Yekîtiya Netewî’, polîs ji wan xwest ku belav bibin lê grûb meşa xwe dewam kir.
Di encamê de polîs li hemberê wan xaza îsotê bikaranî û 45 kesan xist binçav. Polîs kesên binçavkirî bir baregeha asayîşa Ankara ji bo îfadên wan bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin