Li Atîna û Selanîkê operasyon kirin ser rêxistinên sûc yên Tirkan: 16 binçavkirî hene
PeyamaKurd – Li bajarên Atîna û Selanîk a Yûnanistanê 2 roj berê 2 Tirk hatibûn kuştin û li ser bûyerê polîsê Yûnanistanê operasyon kir ser rêxistinên sûc yên Tirkan. Di encama operasyonan de 16 Tirk xistin binçav, 49 çek û maddeyên hişbir xistin dest.
Operasyon piştî bûyera li banliyoya Atînayê ya bi navê Glifadayê çêbû û piştî îstîxbarata Yûnanistanê agahiyan da polîs, destpêkir.
Hat ragihandin ku sedema şerê navbera rêxistinên sûc yên Tirkan, li ser desthilata sehayê ye.
Polis, di meha borî de operasyon kiribû ser rêxistina sûc ya ku gelek endamên wê hene, têkiliya wan bi çeteyên Tirkiyê re hene û çeteyê roxandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin