Li Awrûpayê bo derxistina “sertîfîka asiyê” munaqese tênkirin.
PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê di nav xwe de munaqeşe dike da “sertîfîka aşiyê” bo kesên ku aşiya Kovid-19 ê bûn e bide wan. Niha giraniya niqaşê li ser hêsankirina geştûguzariyê ye. Pêşniyar bi xwe ya serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis’e û hat dewra serokatiya Portekîzê ya demkî ya Yekîtiya Awrûpayê.
Di dema civîna çapemeniyê ya serokwezîrê Portekîzê Antonio Costa bi Von der Leyen re, rojnamevan ji Leyen pirsîn û Leyen got ku li pêşniyarê bi awayekî erênî dinhêre û weka aşiyên dinan kesên aşiya Kovid-19 ê kirine divê belgenameyekî bo wan bê dayîn.
Leyen ragihand ku ew jî doktore û weka WHO jî dibêje, divê bên naskirin û weha got:
“Bi vê sertîfîkayê wê çi îzin bên dayîn mijarekî siyasî û qanûniye. Li seranserê Awrûpayê divê qaîde çibin, divê em niqaşê bikin. Mînak; eger sertîfîka an kes hêj aşiya xwe nebûbe, em dikarin testa negatîv bigihînin hev. Derfet heye em di navbera kesên aşi bûne û yên nebûne de mêzênekî deynin.”
Serokwezîrê Portekîzê Costa behsa girîngiya azadiya geştûguzariyê kir û got kes naxwaze car din sînorê xwe bigre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin