Li Ayvacikê 16 koçberên qaçax hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – 16 koçberên qaçax ku 4 jê zarok ji aliyê ekîbên Ewlehiya Peravê ya Yûnanîstanê hatin vegerandin û li ber mirinê hatibûn hiştin li peravên navçeya Ayvacika Çanakkaleyê ji aliyê Ewlehiya Peravê ve hatin rizgarkirin.
Gumanbarekî ku xwest bi qaçaxî ji welêt derkeve hat girtin.
Ekîbên Fermandariya Koma Ewlehiya Peravê ya Bakurê Egeyê bi agahiya ku li peravên navçeya Ayvacikê di boteke lastîkî da koçberên qaçax hene, tedbîr girtin.
16 koçberên qaçax ku di nav wan de 4 zarok hene ji bota lastîkî ya ku ji aliyê Keştiya Ewlekariya Peravê ya 'TCSG-61' û Bota Ewlekariya Peravê ya 'KB-4304' ya ji aliyê Yûnanîstanê ve di nava avên xaka Tirkiyeyê de paşve hatin şandin û hişt bimirin, hatin rizgarkirin. Tîmên Ewlekariya Peravê gumanbarekî ku xwest bi qaçaxî ji welêt derkeve girtin.
Piştî ku koçberên qaçax hatin girtin, teslîmî Navenda Vegerandina Biyaniyan a li navçeya Ayvacikê hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin