Li bajarê Anedolê li Nîgde di pevçûnê de 9 kes birîndar bûn

18 June 2024 21:05 0 dîtin
Li bajarê Anedolê li Nîgde di pevçûnê de 9 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Niğdeyê di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de 9 kes bi çekan birîndar bûn. Li gor parêzgeha bajêr; li gundê bi ser navenda bajêr yê bi navê Kömürcü du malbatên ku ji navcbera wan de nexweşî hebû bi sîlihan pevçûn.

Birîndaran birin nexweşxana li Nîğre ya bi navê nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bi navê zanko ya Ömer Halisdemir.

Ji bo desteserkirina gumanbaran xebat girtina wan dewam dike.