Li bajarê Ezirganê di qezayê de 3 kes mirin û kesekî birîndar bû
PeyamaKurd – Li bajarê Ezirganê (Erzincan) TIRekî û otomobîlekî li hev ketin û di encamê de 3 kes mirin û kesekî birîndar bû. Tîmên tenduristiyê û hêzên asayîşê çûn ciyê bûyerê. Qeza li ser rêya Ezirganê û Sêwasê qewimî.
Di qezayê de Ahmet Subaşı û her dû kesên di otomobîlê de bûn can dan. Kesa bi navê İlayda Subaşı birîndar bû.
Birîndarê birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Mengücek a Ezirganê. Rewşa wê girane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin